bi rastî guneye, kufre, şerme piştî bihîstina vê sitranê û hezaran sitranên din yen kurdî, Kurd (yên ku bi nav Kurdin) binivisînin ( çok güzel) ji dêlava (pirr xweşe), welahî şerme ji boy milyonan Kurdên Bakûr yan Kurdên Turkiye û diaspora, bi kurdî u kurmancî napeyvin, xeber nadin, na'axavin. Zimanê bav û kalan ji bîr kirine, zimanê Ahmedê Xanî, lê hînbûna ziman pirr hêsane eger xwestek (îrade) u hez hebe. Ez bi xwe Soranim ji deşta Hewlêrê, lê di sala şunde min xwe hînê zarav ( devok, dialect)a kurmancî kir, wexta ku min li MED TV û piştre li Medya TV seyir dikir, min hest nedekiri ku kurmancî zimanek biyaniye, tenê hinek peyvên tirki min fehm nedikir, ji boy wan jî min ferhenga (Turkish-English, Redhouse) kirrî (girt). Kurdên Bakûr diçine welatên rojavayî bi şeş mehan zimanê welatê ku wan qebul kiriye mîna penaber, hîn dibin, lê li mala xwe li Almanya, Fransa, Swêd bi zarokê xwe re bi tirki dipeyvin, zarokê xwe hînê zimanê tirkî dikin çunkî dibêjin, zimanê kurdî bêmifaye, feydeya wî tine, zimanê şivan û gavan û gundiyaye, lê zimanê tirkî zimanê dewlet, şaristaniyet, modernîteye, sembola pêşketinêye.!!! heyf û mixabin,, hûn dikarin kurdî û tirkî û zimanê din jî bidin elimandin, ne tenê tirkî. Li ziman û kultûr û dîrok û ax û welatê xwe xwedi derkevin û rê nedin wenda bibin yan jî bêne perçiqandin. Xebata kultûrî û hunerî tevî xebata siyasî û çekdarî, bi hevre dikarin gelek, netewek, miletek ji wendabûn û heliyan û zulm rizgar bikin.
Ana SayfadDiyarRindeka Dersimi
Bu sayfada Diyar adlı şarkıcıya/gruba ait Rindeka Dersimi şarkısının sözleri bulunmaktadır.
Xebera asmadere asme vecero
Min u yarê sero melemamin yakero
Astere asmeni sade canê mabo
Siliya sepeliya usarê ma sero bivaro
Erê dilê le le uy delalamin
Erê dilê le le uy roalamin
Sevdamo yarê sano meqise cacimi
Ez kerde mecnun rindeka Dersimî
Welamin sanara ze nakeremi
Zindane miri poyina ze Memeali
Gorin û Musîk: Delîl Xidir
Sayfa Gösterimi:
Oylama:
(0 kişi oyladı)
Oy Ver:
A, B, C-Ç, D, E, F, G, H, I-İ, J, K, L, M, N, O-Ö, P, Q, R, S, T, U-Ü, V, W, X, Y, Z
A, B, C-Ç, D, E, F, G, H, I-İ, J, K, L, M, N, O-Ö, P, Q, R, S, T, U-Ü, V, W, X, Y, Z